• Tuesday, 17 February 2026
logo

De Mistura planek nû ji krîza Sûriyê re amade dike

Gulan Media March 15, 2015 Nûçe
De Mistura planek nû ji krîza Sûriyê re amade dike
Şandyê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê planeke nû ji bo çareseriya krîza Sûriyê amade dike, piştî ku hewlên wî derbarê rawestandina şer de li Helebê serneketin.

Hin dîplomatên di Encûmena Asayişa navdewletî de gotine ku Şandeyê Navdewletî yê Taybet li Sûriyê Staffan De Mistura derbarê pirsa rawestandina şer li Helebê de gihaştiye rêyek girtî, ew berê xwe dide pêşinyareke nû.

Dîplomatekî rojavayî li New Yorkê diyar kir ku De Mistura wê vegere da ku destpêşxeriyeke nû li ser bingiha ” Ji jor berve jêr” pêşkêş bike, piştî ku destpêşxeriya wî ya li ser bingiha ” Ji jêr berve jor” têkçû û nikarîbû şer li Helebê rawestîne, da weke gaveke yekem be di rêya çareseriyeke siyasî de.

Dîplomatê ku rojnameya al-Hayat ya Erebî navl wî belav nekiriye dibêje: “Çareseriya leşkerî li Sûriyayê têkçûye û tê xwestin ku li rêya siyasî bê vegerandin.”

Heman çavkaniyê tekez kir ku “Pêwîstî bi hevkariya beşekî ji Rejîma Sûriyê, ku Beşar Esed ne di nav de be, di her çareseriyeke siyasî de, heye”.

Wî dîplomatî bal kişande ser girîngiya “piştraskirina pêkhateya Elewî, bê ku roleke Esed tê de hebe.”

Basnews

Top