Êrişî Amerîkayê kir û pesnê Îranê da!
Zêdetirî du hefteyan e şer û operasyona standina parêzgeha Selahedînê ya Iraqê ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên şîe ve dest pê kiriye.
Di wê operasyonê de Amerîka û hêzên hevpeymanên wî welatî beşdar nebûne lê Îran bi awayekî aktîf di nav şer de ye.
Li gorî nûçeya ajansa Associated Pressê, fermandeyê milîsên şîe û baskê leşkerî yê Encumena Bilind a Şoreşa Îslamî ya Iraqê, Hadî Amirî îro li nêzîkî bajarê Tikrîtê yê Iraqê di daxuyaniyekê de êrişî Amerîka kir û got, Amerîka heta niha nekariye sozên xwe yên ji bo piştevaniya Iraqê bîne cîh lê Îran “bê şert û merc” alîkariya wan dike.
Hadî Amirî ku kesekî “pir nêzîkî” Îranê ye jî, anî ziman ku hinek kes destên Amerîkayê maç dikin lê Amerîka dîsan tiştekî nade wan û wiha axivî:
“Divê Iraq serweriya xwe neke qurbana alîkariyên leşkerî û şêwirmendiya amerîkiyan, ji ber ku serweriya welatê me ji çekên amerîkî girîngtir e. Ma hema tenê Amerîka heye, em dikarin ji welatên din jî çekan bistînin.”
Wî fermandeyê şîe diyar kir ku ew ji ber alîkariyên Îranê di şerê DAIŞê de “pir razî û memnûn” in.
Li gorî nûçeyê, di operasyona Tikrîtê de 30 hezar leşker û milîsên iraqî beşdar in ku pirranî şîe ne. Pasdarên Îranê jî bi fermandehiya pasdarê bi navê Qasim Sulêmanî di şerê Tikrîtê de beşdar in. Hinek eşîrên sunnî yên ereb jî tevlî operasyona Tikrîtê bûne û li djiî DAIŞê şer dikin.
Her çiqas hêzên iraqî karîne beşek mezin ji parêzgeha Selahedînê ji destê DAIŞê derxînin lê heta niha nekarîne derbasî nav Tikrîtê bibin.
Rudaw
