• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê li dijî Pêşmerge çekên kîmyayî bikar aniye

Gulan Media March 14, 2015 Nûçe
DAIŞê li dijî Pêşmerge çekên kîmyayî bikar aniye
Hat zanîn ku çekdarên DAIŞê li dijî hêzên Pêşmerge çekên kîmyayî bikar anîne.

Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, DAIŞê di şer de li dijî hêzên Pêşmerge madeyên kîmyayî bikar aniye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama lêkolîna xwelî û bermahiyên otomobîleke bombekirî ya DAIŞê de, ku roja 23ê Çileya îsal li devera Keskê ya Mûsilê di nav hêzên Pêşmerge de hatibû teqandin, derketiye holê ku çekdarên DAIŞê gaza Klorê bikar anîne ku ew gaz di çêkirina çekên kîmyayî de bikar tê.

Encumena Asayişê bikaranîna çekên kîmyayî li dijî Pêşmerge bi tundî şermezar kiriye û gotiye, bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê DAIŞê ve nîşan dide ku DAIŞê li ber tinebûnê ye lewma neçar maye dest bavêje rêbazên wiha.

Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ragihandin ku demek dirêj bû rayedarên Herêma Kurdistanê şikber bibûn ku DAIŞê di şer de çekên kîmyayî bikar tîne û hatiye eşkerekirin ku di şerê vê dawiyê yê Tikrîtê de jî DAIŞê gaza Klorê li djî hêzên Iraqî bikar aniye.

Rudaw
Top