• Tuesday, 17 February 2026
logo

KERKÛK- Pêşmerge û Heşdul Şeibî li DAIŞê didin

Gulan Media March 14, 2015 Nûçe
KERKÛK- Pêşmerge û Heşdul Şeibî li DAIŞê didin
Şerê çekdarên DAIŞê û hêzên Heşdul Şeibî li başûrê Kerkûkê dest pê kir. Hêzên Pêşmerge jî çûn bi hewara wan ve.

Li gundê Beşîr li başûrê Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrişî çekdarên Heşdul Şeibî kirin, ew jî neçar man û daxwaz ji Hêzên Pêşmerge kirin ku bi hawara wan ve here.

Peyamnêrê Rûdawê, Huner Ehmed ji wê deverê ragihand: “Niha Pêşmerge bi topxaneyên xwe alîkariya Heşdul Şeibî dikin û niha şer pir giran bûye.”

Li gundê Beşîr, çekdarên DAIŞê li Heşdul Şeibî zivirîn û êrişî wan kirin, ji ber ku ev 2 roj bûn ku wê hêzê hew dida û êrişî Beşîr dikir, lê heta nikarî bû kontrol bike.

Huner Ehmed wiha got: “Heşdul Şeibî yên şîe, di wê êrişê de 4 hezar çekdar amade kiriye, lê hîna daxwaza hêzeke din dike ku alîkariya wan bike.”

Rudaw
Top