• Tuesday, 17 February 2026
logo

Parlementoya Ewrûpayê spasiya pêşmerge û şervanan dike

Gulan Media March 14, 2015 Nûçe
Parlementoya Ewrûpayê spasiya pêşmerge û şervanan dike
Parlementoya Ewrûpayê jiber serkeftinên pêşmerge û şervanan destxweşiya wan dike.

Parlementoya Ewrûpayê di civîna xwe ya îroyê de behsa metirsiyên terorîstên DIŞIê bo ser cîhanê kir û eşkere kir ku terorîstên DIŞIê mezintirîn metirsîne bo ser asayîş û aramiya cîhanê.

Her di vê civîna han de parlementoya Ewrûpayê behsa şerê hêzên pêşmerge û şervanên YPGê ya li dijî terorîstên DIŞIê kir û jiber serkeftinên hêzên pêşmerge û şervanên YPGê yên li hember terorîstên DIŞIê destxweşiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge û şervanên YPGê kir.
Top