• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî: Em derneketine derveyî axa Kurdistanê

Gulan Media March 14, 2015 Nûçe
Barzanî: Em derneketine derveyî axa Kurdistanê
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dibêje Hêzên Pêşmergê derneketine derveyî axa Başûrê Kurdistan û şer nekirine.

Mesrûr Barzanî ji kovara Vice Newsê re got Hêzên Pêşmerg heta niha ne ketinê hindirê herêmek ji xeynî ya Herêma Kurdistanê û ji niha pêve jî nakeve.

Barzanî derbarê “herêmên binakok” de anî ziman ku heger pêşmerge ew herêm kontrol nekiriba dê ew niha ketibana destê DAIŞê.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amaje kir têkbirina DAIŞê ji aliyê leşkerî ve ne karekî gelekî zehmete eger hemû alî pêgirê karên xwe bin.


Mesrûr Barzanî herwiha dibêje, ji bo têkbirina DAIŞê pêwîst e hêzên bejayî jî bên bikaranîn, ji ber êrîşên ezmanî tevî ku bandoreke wan heye, lê ew ji bo têkbirina leşkerî ya DAÎŞê nebes in.

Barzanî dide zanîn ku eger artêşên modern ên cîhanê yên bi çekên pêşketî, li bendê ne hêzên pêşmerge jî wek wan şer li dijî DAIŞê bikin, divê çekên pêşketî bişînin ji pêşmerge re.

Rudaw
Top