Hilbijartên Kantona Cizîrê dest pê kirin
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Kantona Cizîrê, ku ji aliyê partiyên li derveyî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), wek dezgeheke girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve didin zanîn, serperiştiya van hilbijartinên ku îro li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê birêve diçin, dike.
Hilbijartinên şaredariya ku bi serpereştiya rêveberiya Kantona Cizîrê tên kirin, seat 08:00 ê sibehê bi dema Qamişlo destpê kirin û heta seat 20:00 bi dawî tên.
Hevserokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Kantona Cizîrê Izedîn Ferhan di daxuyaniyekê de bo ajanseke PYDê de ragihand: “Hinek ajansan bo têkbirina hilbijartinan û neçûna xelkê bo dengdanê, nûçeya paşxistina hilbijartinan belav dikin.”
Izedîn Ferhan wiha got: “Ji ber êrişên DAIŞê, hilbijartin li bajarokê Til Temir nayên kirin.”
Ji bo hilbijartina 329 endamên encumenên 13 şaredariyên Cizîrê, 172 navendên hilbijartinê hatine vekirin.
Lê heta niha nediyar e bê hejmara kesên ku dikarin dengê xwe bi kar bînin çiqas e.
Li aliyê din, Encumena Niştimanî ya Kurd ku hîn tevlî rêveberiya xweseriyê nebûye, wek nerazîbûneke li ser lidarxistina hilbijartinên şaredariyan, biryar da karên xwe di Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de rawestîne.
Encuumena Kurdî di daxuyaniyekê de berpirsyariya vê biryara xwe xiste stûyê TEV-DEM û got, ew qebûl nekir ew hilbijartin bên paşxistin.
Rudaw
