• Tuesday, 17 February 2026
logo

Balafirên şer “bi xeletî” li artêşa Iraqê dan: 22 kuştî

Gulan Media March 13, 2015 Nûçe
Balafirên şer “bi xeletî” li artêşa Iraqê dan: 22 kuştî
Hat zanîn ku 22 leşkerên iraqî “bi xeletî” ji aliyê balafirên şer ên hêzên hevpeyman ve hatine kuştin.

Li parêzgeha Enbarê ya Iraqê, şer û pevçûn di navbera hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de didome.

Efserekî artêşa Iraqê duh ragihand, balafirên şer ên hêzên hevpeyman duh (11ê Adarê) li nêzîkî bajarê Romadî li yekîneyeke artêşa Iraqê dane û di encamê de 22 leşkerên iraqî hatine kuştin.

Wî efserê Iraqê da zanîn, fermandeyên artêşa Iraqê daxwaz ji balafirên şer ên hêzên hevpeyman kiribûn ku li çekdarên DAIŞê yên li derdora Romadî bidin lê balafiran bi xeletî li hêzên Iraqê danbûn.

Rayedarekî Polîsê Iraqê jî ev yek piştrast kir û got, komek leşkerên Iraqê li parêzgeha Enbarê bi xeletî hatine kuştin.

Berdevkê leşkerî yê hêzên hevpeyman jî piştî wê bûyerê ragihandibû, balafiran baregeheke DAIŞê bombebaran kirin.

Rudaw
Top