• Tuesday, 17 February 2026
logo

Fermandarê şervanên suryanî yên Rojavayê Kurdistanê li Swîsreyê hat girtin

Gulan Media March 13, 2015 Nûçe
Fermandarê şervanên suryanî yên Rojavayê Kurdistanê li Swîsreyê hat girtin
Li gor çapemeniya swîsreyî, fermandarê hêza çekdarî ya suryaniyên Rojavayê Kurdistanê ya bi navê SUTORO, Johan Cosar, dawiya Sibatê li Swîsreyê hatiye binçavkirin û piştî lêpirsînê ew dîsa serbest hatiye berdan.

Johan Cosar yê ku bi eslê xwe suryaniyekî ji herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ye, hemwelatiyê Swîsreyê ye û li Swîsreyê mezin bûye.

Beriya ku Johan Cosar di havîna 2012ê de ji Swîsreyê berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê, “da ku rewşê bi çavê xwe bibîne” weke ku wî got, wî pênc salan di nav artêşa Swîsreyê de xizmeta leşkerî kiribû û bi taybetî di şerê kolanan de bibû xwedî ezmûn.

Johan Cosar di destpêka 2013ê de, dema ku metirsiya DAIŞê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên suryanî yên li derdorê Qamişlo zêde dibe, biryar dide ku ji bo parastina aşûriyan rêxistineke çekdarî bi navê SUTORO ava dike.

Li gor agahiyên ji Lêjneya Leşkerî ya Suryaniyan (MFS) ku SUTORO jî girêdayê wê ye, niha derdorê 1000 çekdarên SUTORO hene. SUTORO di jêr fermandariya YPGê de kar dike.

Ji ber sedemên nediyar, Johan Cosar dawiya meha Sibatê vegeriya Swîsreyê û li bajarê Baselê di trênekê de ji aliyê polîsên swîsreyî ve hat binçavkirin. Li gor qanûnên swîsreyî, nabe ku hemwelatiyekî swîsreyî di jêr ala welatekî din de, an jî di jêr fermandariya artêş an komeke din de şer bike û ev yek weke sûc tê dîtin ku bi heta sê salan tê cezakirin. Tevî ku piştî lêpirsînê Johan Cosar dîsa serbest hate berdan, li hemberî wî doz hatiye vekirin.

Di hevpeyvîneke ligel rojnamevanekî amerîkî de, li ser mijara ku nabe ew weke hemwelatiyekî swîsreyî di nav artêşeke din de xizmetê bike, Johan Cosar gotibû “dadweriya swîsreyî ji min re ne xem e, ez ne terorîst im û ne leşkerê kirêgirtî me. Ez ne ji bo DAIŞê lê li hemberî wê şer dikim.”

Rudaw
Top