• Tuesday, 17 February 2026
logo

Sê girtiyên Kurd li zîndana Urmiyê hatine sêdaredan

Gulan Media March 12, 2015 Nûçe
Sê girtiyên Kurd li zîndana Urmiyê hatine sêdaredan
Li gor jêderên mafê mirov li Rojhilatê Kurdistanê, duh çarşembe komara îslamiya Îranê 3 girtîyên Kurd li zîndana Urmiyê li sêdare dan.

Kempêyna bergirî li zîndanîyên siyasî û sivîl ragihandiye, ku sipêde ya roja çarşembiyê 11-3-2015, 3 girtîyên Kurd bi navên Selahedîn Şerafet xelkê Şino, Semed Muhemedî xelkî Nexede û kesek bi navê Elî yê naskirî bi Elî Pasdar ku nehatiye xuyakirin xelkê kuderê ye, ji aliyê desthilatdarên Îranê ve hatine sêdaredan.

Li gor evê nûçeyê, kempêyna bergirî li girtîyên siyasî û sivîl ragihandiye, ku ew her 3 kes bi tawana "Qesas"ê ku sizayeke li gor şerîeta ola îslamê ye, hatine li sêdaredan.

Top