• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ebadî bo serdana Helebce tê vexwendin

Gulan Media March 12, 2015 Nûçe
Ebadî bo serdana Helebce tê vexwendin
Serokê Encûmena Bilind a Islamî Emar Hekîm pêşwazî li şandeke bajarê Helebce kir, biryare ew şand çend hevdîtinan ligel hejmarek kesayetiyên din pêk bîne.

Îro, 12.03.2015, Serokê Encûmena Bilind a Islamî Emar Hekîm pêşwazî li şandeke bajarê Helebce kir û got: “Divê em hemû kar bikin da ku Iraqê ji wêraniyê rizgar bikin.”

Berî niha Serokê Şaredariya Helebce Xidir Kerîm ji BasNewsê re ragihandbû ku “Biryare ji sibe de em ligel rayedarên Iraqê pêk bînin, ji wan jî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî e. Em dê daxwaz jê bikin ku bi fermî itîrafê bi parêzgeha Helebce bike û biryarnameyeke taybet jî ji bo wê derbixe.”

Xidir Kerîm aşkere kir jî ku “Ew dê daxwaz ji Ebadî bikin ku Hikûmeta Iraqê zirar û ziyanên xelkên bajarê kîmyabarankirî yê Helebce qerebû bikin.”

Serokê Şaredarê Helebce aşkere kir jî ku, dê Heyder Ebadî bi fermî ji bo amadebûn di 27emîn salvegera kîmyabarana Helebce, di 16.03 de were vexwendin heta ku di wê helkeftê de gotarekê pêşkêş bike.

Basnews
Top