Herêma Kurdistanê berev serxwebûna aborî ve diçe
Sîrwan Sîrînî Perlemanterê Kurd ê di parlemana Iraqê de ji malpera fermiya Partiya Demokrata Kurdistanê KDP.info re ragihand: “Niha rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê gellekî ji ya Iraqê baştire, em dibînin ku siyaseta petrol û xazê ya Kurdistanê pir pêşketiye û ketiye qonaxeke nû de û Herêma Kurdistanê bi aliyê serxwebûna aborî de diçe û pertola Kerkûkê jî dişîne derve û Hikûmeta Iraqê petrolê ji Kurdistanê dikire û welatên cîhanê wek dewletek serbixwe mameleyê bi Herêma Kurdistanê re dikin.”
Sîrwan Sîrînî wiha herwiha got: “Ji destê Encumena Wezîran û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê ku piroje qanûna budceya sala 2015 hilweşînin.”
