Arinç hêvi dike kû PKK çek deyne!
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç di derbarê pêvajoya çareseriyê de îdea kir kû dê PKK wê biharê kongreyê bicivîne û di vê kongreyê de biryara 'çekdanînê' bide.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç tekildarî pêvajoya çareseriyê de axivî. Arinç bal kişand ku Pêvajoya Çareseriyê gihîşt astekê. Arinç anî ziman kû ev mijar ya herî girînge.
Arinç wiha axivî: "Mijara herî girîng, rêxistin wê biharê kongreyê bicivîne û di vê kongreyê de biryara 'çekdanînê' bidin. Ez fikra xwe bibêjim. Bêguman di Newroza 2013an de bangeke wiha hatibû kirin. Em dibêjin ku 'Gelo îhtimal heye ku beriya Newrozê kongre bicive'. Wext pir hindik e, mimkun nîne ku çêbibe. Lê em wisa difikirin ku meha nîsanê de kongreyeke wiha wê bicive û naveroka 10 madeyan wê pêk were."
Xendan
