• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Tikrîtê şerekî giran diqewime

Gulan Media March 12, 2015 Nûçe
Li Tikrîtê şerekî giran diqewime
Li Tikrîtê şerekî giran navbera hêzên Iraqê û DAIŞê diqewime

Li gorî wan vîdeoyên ku gihîştine Rûdawê şerekî giran li derdora bajarê Tikrîtê di navbera hêzên Iraqê û DAIŞê didome.

Efserekî Artêşa Iraqê jî ragihand ku pêşveçûnên wan ber bi navenda Tikrîtê ve berdewam dikin.

Li gorî gotinên wî berpirsê leşkerî, hemû navçeyên derdora bajarê Tikrîtê û beşên bakur û bakurê rojavayê bajêr jî ketine bin kontrola hêzên Iraqê de.

Heman berpirsî got, xelkê navçeyên derdora Tikrîtê dikarin vegerin ser mal û milkên xwe, ji ber ku niha tirs li ser navçeyên wan tune ye.

Operasyona girtina Tikrîtê 10 roj derbas kirine û heta niha hêzên iraqî ne gihiştine navenda wî bajarî, lê li gorî wan vîdyoyên ku gihîştine Rûdawê şerekî giran li derdorên wî bajarî didome.

Rudaw
Top