Hikûmet garantiya aramiya geştên asîmanî bo herêma Kurdistanê dide
Bi armanca nirxandin û helsengandina rewşa balefirxaneyan û geştên asîmanî bo balefirxaneyên herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê li avahiya civata wezîran, din bin serokatiya Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê civînek hat saz kirin û di civînê de; wezîrê karên navxwe, wezîrê samanên xwezayî, wezîrê pilandananê, wezîrê guhastin û komunikasyonê bi wekalet, berpirsê têkeliyênderve , peyvdarê hikûmetê, waliyê Hewlêrê, nûnerên wezareta pêşmerge, wezareta êkonomî, wezareta bazirganî û nûnerên balefirxaneyên herêma Kurdistanê amade bûn.
Di civînê de; rewşa balefirxaneyan û geştên asîmanî bo herêma Kurdistanê, giringiya girêdana herêma Kurdistanê bi dinayay derve di warê êkonomî de û bi taybetî rewşa balefirxaneyên Hewlêr û Silêmaniyê û geştên asîmanî bo her du balefirxaneyan hatin gotûbêj kirin.
Behsa wan kompaniyên geştên xwe bo herêma Kurdistanê rawestandine ji sedema rewşa aloza Îraqê hat kirin û tekîd li ser aramiya rewşa herêma Kurdistanê di warê geştên asîmanî de hat kirin.
Cîgirê serokwezîr got ku, asîmanê herêma Kurdistanê aram e û tu metirsî li ser firokexaneyan jî nîne.
Beşdarên civînê tekîd li ser pêşxistin û berfirehkirina têkeliyên êkonomî û bazirganî bi rêya balefirxaneyên kir .
