Koptereke leşkerî ya Amerîkî ket, 11 kes wendane
Di encama ketina koptereke leşkerî ya Amerîkayê 11 leşkerên Amerîkayî wenda bûn.
Berdevkekî leşkerî li navenda hêzên Esmanî ya Eglin got, bizavên legerînê encam dan û perçeyên kopterê yaku dohê ketibû hatin dîtin.
Hate ragihandin ku 7 ji rêwiyên kopterê Marin bûn ku diçûn Camp Lejeune ya li North Carolina.
CNN radigihîne ku di dema bûyerê de mijeke stûr li deverê hebû û ew yek bû sedema ev bûyera han.
