Mesîhî dibijên em jî pêşmerge ne
Mesîhiyên deşta Mûsilê dibêjin em jî beşek ji hêzên pêşmerge ne.
Bi mebesta azad kirin û parastina deverên mesîhiyan yên li derdorê deşta Mûsilê hêzeke leşkerî ya mesîhiyan a ser bi wezareta pêşmerge hatiye damezrandin û beşek ji hêza han li devera Tilsqof hatiye bicîhkirin û li gel hêzên pêşmerge şerê dijî terorîstên DIŞIê dike.
Her di vê derbarê de Sekertirê partiya demokrat ya Beytulnehreyin Romiyo Hekarî ragehand ku ne niha ne jî di demên derbasbûyî de artêş û hikûmeta Îraqê nexwestiye welatiyên mesîhî biparêze lewre mesîhî jî hawara xwe bo hêzên pêşmerge anîne û bi awayeke fermî daxwaz ji Serokê Kurdistanê hatiye kirin daku rezamendiya xwe li ser damezrandina hêza leşkerî ya mesîhiyan nîşan bide û Serokê Kurdistanê jî ev yek qebûl kiriye û niha hêzên leşkerî yên mesîhiyan jî weke beşek ji hêzên pêşmerge li deverên curbicur de berevanî ji deverên mesîhiyan dikin.
