Hevpeymaniya dijî DAIŞ: Hêzên Kurdî hêla peywendiya DAIŞ di navbera Iraq û Suriyê de birîne
Fermandeyiya hêzên Hevpeymanan di beyannameyekê de ragihandiye, ku hêzên dijberî rêxistina terorsîtiya DAIŞê bi piştevaniya firoekyên cengî yên hevpeymaniya navdfewletî ya li dijî DAIŞê karîne ku li bakûrê Suriyê û li nêzîkî Til Hemîs çekdarên DAIŞê têkbişkênin û bi kontrolkirina ewê deverê pira peywendiya DAIŞê di navbera Iraq û Suriyê de bibirin.
Herwiha di evê beyannameyê de hatiye gotin, ku beşa serekî ya rêya hejmar 47 li Suriyê ji aliyê şervanên Kurd ve hatiye kontrolkirin û êdî DAIŞ şiyana şandina hêz û amûr û locistîkên serbazî berev Iraqê nemaye.
Wezareta bergiriya Amerîakyê jî di beyannameyekê de aşkira kiriye ku ew dê berdewam bin li ser proseya piştevnîkirina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bo têkşikandina DAIŞê û tekez kiriye ku hêzên Kurdî xodan şiyaneke zêde ne di rûbirûna rêxistina terorîstiya DAIŞ de.
