Li Serêkaniyê şerekî giran e
Çavkaniyekê ji Serêkaniyê ji Rûdawê re ragihand: “Duhî serê sibehê, çekdarên DAIŞê êrişî gundê Til Xenzîrê li rojavayê bajarê Serê Kaniyê kirin û dest danîn ser beşekî wî gundî.”
Li gor heman çavkaniyê heta niha şerê di navbera YPGê û DAIŞê de li Til Xenzîr û derdora wê berdewam dike.
Çavkaniyê wiha domand: “Di encama êrişê de 3 şervanên YPGê şehîd bûne û çend şervanên din jî birîndar bûne ku niha li Nexweşaneya Roj li Serêkaniyê tên dermankirin.”
Bi gotina wê çavkaniyê, “DAIŞê ji aliyê sînorê Bakurê Kurdistanê ve êrişî gundê Til Xenzîr kirin û nêzîkî 5 kîlometran jî pêşde hatine, herwiha dest danîne ser girekî stratejîk li nêzîk sînor.”
Rudaw
