Parlementereka Kurd rexne li Ebadî dike
Parlementera Kurd rexne li Serokwezîrê Îraqê dike.
Piştî gotinên Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî ku behsa artêşa Îraqê û jêhatîbûna artêşa Îraqê kiribû û herwiha spasiya artêşa Îraqê kiribû, Parlementera Kurd ya li Parlementoya Îraqê Necîbe Necîb bi tundî rexen li gotinên Serokwezîrê Îraqê kir û got: Serokwezîrê Îraqê di peyvên xwe de bi ti awayî behsa hêzên pêşmerge yên ku heta niha karîne derbên dijwar li terorîstên DIŞIê bide nekiriye lê spasiya artêşa Îraqê yaku gelek bi asanî beşeke mezin ji Îraqê radestî terorîstan kiriye kir.
Necîb eşkere kir ku ev hêzên pêşmergene ku DIŞI têkşikandine ne artêşa Îraqê lewre lazime spasiya hêzên pêşmerge were kirin.
