• Tuesday, 17 February 2026
logo

Ocalan: Damezrandina PDK li Bakur dê erdhejekê pêkbîne

Gulan Media March 11, 2015 Nûçe
Ocalan: Damezrandina PDK li Bakur dê erdhejekê pêkbîne
Biryarê rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Osman Ocalan dibêje ku, pêwîstiya Bakurê Kurdistanê bi partiyeke lîberal heye.

Osman Ocalan, ku berê Serokê Konseya Giştî ya PKK bû, ragihand ku “Gelekî girîng e di vê Qonaxê de Barzanî hewlên xwe kiriba ji bo damezrandina Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye û bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinan kiriba.”

Ocalan di daxuyaniyekê de ji BasNews re diyar kir ku, di van helbijartinên bê yên Parlementoya Tirkiyê de wê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêmên Kurdî praniya dengan bidest bixe “Ji ber ku bi sedema serkutkirin partiyên Kurdî, tu yek ji wan ne di wê astê de ne ku dengên bi wî awayî bidest bixin.”

Nvborî amaje bi wê yekê jî dike ku “Rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wê yekê dikxwaze ku, partiyeke lîberal û demokratîk hebe ku beşdarî hilbijartinan bike, wek berdêlekê bo wan kesên ku bi neçarî deng didine HDP û AKP.”

Serokê berê yê Konseya Rêveber a PKK wiha berdewam kir: “Di vê rewşê de gelekî girîng e ku Barzanî kariba Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye damezrandiba û beşdarî hilbijartinan kiriba, bêguman dê dengê HDP û AKP jî li herêmên Kurdî biriba û erdhejeke siyasî pêkanîba.”

Osman Ocalan hêvî xwest jî ku “Piştî van helbijartinana, Barzanî liqekî PDK li Bakur veke, ji ber ku gelek xelk hene ku ji siyaseta bigre û berde ya du alî nerazî ne.”

Hilbijartinên Parlmentoya Tirkiye roja 7ê Hezîrana bê birêve diçin.

Basnews
Top