• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê bersîva peyama Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dide

Serokê Herêma Kurdistanê bersîva peyama Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê dide
Birayê birêz Kak Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê

Silavekî germ...

Peyama cenabê we ya di derbarê serkeftinên Pêşmerge li Başûr û Rojavayê Kerkûkê û têkşikandin û ravedûnana terorîstan gihîşt.

Serketinên îro ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gelek hêvî bexşin û dilê hemû Kurdistaniyan şad kir. Serxweşiyê li malbat û kesukarên wan Pêşmergeyên ezîz dikim ku xwîna wan bûye hevêna serketinên îro û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim. Destxweşiyê li we û hemû Pêşmerge û Femandeyên qehreman dikim ku vê serketina mezin tomar kirine. Spasî dilêrî û hîmeta we hemûyan dikim û ev serketin li gelê Kurdistanê jî pîroz bê.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.03.2015
Top