• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bexda çend komîteyan ji bo pêwîstiyên Pêşmerge pêktîne

Bexda çend komîteyan ji bo pêwîstiyên Pêşmerge pêktîne
Wezareta Bergirî ya Iraqê daxwaza alîkariya bêhtir ji Wezareta Pêşmerge dike, di civîneke her du aliyan de jî behsa proseya azadkirina Mûsilê hat kirin.

Duh, 08.03.2015, Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergirî ya Iraqê li Bexdayê civiyan, di civînê de şerê li dijî çekdarên rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ), bi taybetî li Mûsil û Kerkûkê, tewereke serekî ya gotûbêjê bû.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve hatiye belavkirin, nûnerên Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe ya Iraqê jî di civînê de amade bûn.

Di daxuyaniyê de hatiye: “Civîn di rewşeke erênî de birêve çû û gotûbêj li ser çendîn xalên girîng ên peywendîdar bi budce, tevaya pêwîstiyên leşkerî yên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, bihêzkirina hevahengî û karê hevbeş di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên din ên parastina herêm ligel Hêzên Federal ên Iraqê di hemû eniyên şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, bi taybetî li navçeyên ser bi parêzgehên Kerkûk û Neynewayê ve hat kirin.”

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyê xwe de badldikşîne ser wê yekê jî ku “Zêdekirina piştgiriya ezmanî ji aliyê hêzên ezmanî yên Wezareta Bergirî bo Hêzên Pêşmerge bi taybetî di dema encamdana proseyên leşkerî de hat gotûbêjkirin.”

Proseya azadkirina Mûsilê û çawaniya hevahengiyê di navber Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergirî ya Iraqê xaleke din ya civîna her du aliyên navborî bû.

Di civînê de jî “Di civînê de biryar hat dayîn li ser pêkanîna çendîn komîteyên taybet ji bo dariştina rê û şûnên yasayî û gnca ji bo çawaniya peydakirina budce û tevaya pêwîstiyên Hêzên Pêşmerge, li gor benda 5 ji madeya 9 a yasaya budceya federak ya sala 2015an.”

basnews
Top