Şêwirmendê Rûhanî: Iraq paytexta Îranê ye
Şêwirmendê Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî yê Karûbarên Olî û Kêmnetewan Elî Yûnisî ragihand ku, êdî Îran vegeriya împeratorî wek berê, Iraq jî bûye paytexta wê împeratoriyê.
Ajansa ÎSNA li ser zarê Elî Yûnisî belavkiriye ku, navborî gotiye ku “Omîdên Îranê li derveyî sînorên wê nînin, lê Îran dikeve navçeyekê de ku eger pêkanîna hevpeyvînekê berfire heta sînorên Çînê û başûrê Qefqaz û Kendavê, di rojeva wê de ye.”
Elî Yûnisî gotiye jî ku, Îran ji destpêke xwe împeratorî bû û diyar dike jî ku, herdem çavên rayedarên Îranê li serkêşiya cîhanê bû û wih berdewam kir “Iraq ne tenê beşek ji pêgeha me ya rewşenbîrî ye, lê ew nasnameya me û paytexta me ya îro ye, vege ji vê yekê jî nîne, lewma pêwîste yan bê qebûl kirin uan jî emê şer bikin.”
Ev daxuyaniye Yûnisî piştî wê yekê tê ku, berî çend rojan Wezîrê Derve yê Erebisatan Siûdiyê Siûd Fêsel, Îran bi destdanîna ser Iraqê tohmetbar kiribû.
basnews
