Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê êriş kirine ser DAIŞ
Li gor zanyariyên gihîjtine PNA, hêzên Pêşmerge îro duşembe demjimêr 6 sipêde li navçeyên Til Elwerd, Mela Ebdullah, Meryem Beg, Mekteb Xalid êrişeke berfireh bo ser binke û çaperên DAIŞê destpêkirin û li gor pêzanînên hêzên pêşmerge gundê Simayîl Ava kontrol kirine û herwiha karîne dest bi ser çek û cebilxaneya DAIŞê de jî bigrin.
Li gor zanayriyan, hêzên pêşmerge berev pêşde diçin û terorîstên DAIŞê xwe li ber êrişa pêşmerge nagrin û paşde diçin.
