23 jinên çalakvan ên Kurd di girtîgehên Îranê de ne
Di demekê de ku îr 8ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî ye, çalakvanên mafên mirovan li Îranê amaje bi hebûna 100 jinên çalakvan di girtîgehên wî welatî de dikin, ji wan jî 23 jinên Kurd in.
Çavkaniyên medayayî û bi taybetî yên mafên mafên mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kirine ku, ew 23 jinên Kurd ên çalakvan ku di girtîgehên Îranê de ne, tevaya wan bi cezaya 68 salan hatine mehkûm kirin.
Du kes ji wan jinên girtî bi navê Emel Şêxo û Zeyneb Celalyan, bi cezaya zinadnîkirina heta heyaî hatine mehkûm kirin.
Du jinên din jî ji xelkên Mehabadê ne, ku ola Xirîstî bo xwe helbijartibûn bi 4 salan girtin hatine mehkûm kirin, 4 jinên din jî xelkên Ormiyê ne.
Çavkaniyên mafên mirovan jî aşkere dikin ku, 9 jinên din ên Kurd hene ku heta niha çarenivîsa wan di girtîgehên Îranê de nediyare.
Basnews
