• Tuesday, 17 February 2026
logo

Frakesyona PDK: Emê her tiştî ji bo avakirina Kobanê bikin

Frakesyona PDK: Emê her tiştî ji bo avakirina Kobanê bikin
Frakesyona PDK li Parlemetoya Kurdistanê diyar dike ku, ew dê her karekî ji dest bê, bo avakirina Kobanê bikin, daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dike ku, her karekî ji bo wê mebestê bike.

Frakesyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementiya Kurdistanê piştgiriya xwe ji peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Brazanî derbarê avakirina Kobanê de ragihand û diyar kir ku her tiştê ji dest bê, ew dê ji bo wê mebestê bikin.

Roja, 06.03.2015, Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de daxwaz ji Kurdistaniyan û dezgehên civaka sivîl û yên xêrxwazî jî kir ku, her yek û ligor karîn û şiyana xwe alîkariyê ji bo avakirina Kobanê bike.

Frakesyona PDKê li Parlementoya Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ragihandiye “Em wek frakesyona PDK li Parlementoya Kurdistanê, piştgiriya xwe ya temam bo peyama Serokê Herêma Kurdistanê tînin ziman û her titşê ji dest me bê, ji bo avakirina Kobanê emê bikin, em piştrastin jî ku her Kurdistaniyek li her cihekî vê dunyayê dilê wî bo yekgirtin û yekparçeyî û yekrêziya Kurdistanê lê bide, çaverêyî serkeftina mezin a Kobanê û tevaya Kurdistanê ye.”

Frakesyona PDKê amaje bi krîza darayî ya Herêma Kurdistanê û arîşeyên siyasî jî dike û dibêke: “Tev ew arîşe li Herêma Kurdistanê çêbûene û bandor li ser dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, lê em daxwaz ji Hikûmeta Herêm dikin ku, her karek ji dest wan bê, ji bo avakirina bajarê Kobanê, bila kêmasiyê nekin.”

Basnews
Top