• Tuesday, 17 February 2026
logo

Heyama serokatiya Barzanî dê were dirêjkirin?

Heyama serokatiya Barzanî dê were dirêjkirin?
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), ji bo dirêjkirina wextê serokartiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest bi xebatê kir.

Endamê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re got, “Li gel hiqûqnasan hevdîtinên me didomin. Piştî em gihiştin encamekê emê li gel aliyên siyasî jî gotûbêj bikin.”

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr dibêje, di vê qonaxa niha de lazim e Mesûd Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

Ji bo dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî, sê rê hene: Yan pêşnûmeya Destûra Herêma Kurdistanê were pesendkirin, yan qanûna dirêjkirina wextê serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê bê guhertin yan jî hilbijartin çêbibe…

Rudaw
Top