• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Mexmûrê komek çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li Mexmûrê komek çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Li eniya Mexmûrê firokeyên hevpeymanan pêgehên çekdarên DAIŞê bombebaran kirin, berpirsê wê eniyê jî amaje bi hejmareke mezin a kuştiyan di nava çekdara de dike.

Serê sibeha roja 07.03.2015, firokeyên hevpeymanan pêgehên çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) li hejmarek gundên eniya Mexmprê bombebaran kirin, di encam de jî hejmareke madî û mirovî ya mezin giha çekdaran.

Berpirsê eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzaî derbarê wê operasyona hevpeymana de ji BasNewsê re got: “Serê sibeha îr, firokeyên şer ên hevpeymanan êrîş kirine ser gundên Mehane, Keperot û Hacî Elî, ên ser bi Mexmûrê ve, 3 otombîlên ji corê Hammer û alaveke kolanê ya DAIŞê jî jinavbirin.”

Sîrwan BArzanî da zanîn jî ku, li gor zanyariyên di dest wan de, ji encama bombebaran firokeyan “Berpirsên DAIŞê li Geyare bi navê Ebû Talût Tûnisî û 32 çekdarên din ên DAIŞê hatin kuştin.”

Basnews
Top