Ji zanayên misilman banga Kobanî
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî peyamek li ser Kobanî belav kir û tê de banga alîkariyê bo nûjenkirina wî bajarî kiribû.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî ku hevdem serokê Dezgeha Îslamî ya Kurd e bersiva banga Barzanî da û ji Rûdawê re wiha got: “Di demeke nêzîk de, emê dest bi kampanyayeke baş bikin bo nûjenkirina bajarê Kobanî yê ku bûye semboleke cîhanî li dijî terorîstên DAIŞê.”
Dr. Elî Qeredaxî wiha got: “Ez destxweşiyên li Barzanî dikim li ser wê bangê. Bi hêviya xwedê emê jî bi erkê xwe rabin û di nûjenkirina Kobanî de beşdar bin.”
Qeredaxî wiha domand: “Di çend rojên bê de, ezê wek Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman bang li hemû cîhana erebî û îslamî û hikûmetên cîhanê bikim, da ku di vê kampanyayê de beşdar bin.”
Piştî wê bangê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 500 hezar dolar pêşkêşî kampanyaya nûjenkirina Kobanî kir.
Rudaw
