Li Mexmûrê 6 operasyon li dijî DAIŞê
Efserekî ji Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand: “Îro sibehê seat 09:00 balafirên şer navend û çeperên DAIŞê li eniya Mexmûrê bombebaran kirin.”
Wî efserî wiha got: “Balafiran 5 operasyo li dijî yekîneya rokêtan a DAIŞê li nêzîkî gundê Hacî Elî pêk anîn.”
Heman jêder wiha domand: “Di wan operasyonan de, DAIŞê gellek ziyan dît, lê heta niha me hejmara ziyanên wan ên madî û canî nas nekirine.”
Herwiha fermandarekî Hêzên Pêşmerge li wê eniyê bi navê Emîd Mehdî Yûnis ji Rûdawê re ragihand: “Balafirên şer ên hevpeymaniyê li karwaneke otomobîlên DAIŞê li gundê Keverok dan û girêderek û 2 otomobîlên wan têk birin.”
Rudaw
