• Tuesday, 17 February 2026
logo

Helwesta Barzanî li ser peyama Ocalan

Helwesta Barzanî li ser peyama Ocalan
Berpirsê Peywendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê pêşniyara rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulla Ocalan ji çekdanînê de diyar kir ku ew gavek erênî ye ji ber ku dem dema tekoşîna demokratîk e. Herwiha behsa helwesta Barzanî li ser wê peyamê dike.

Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDK Hemîn Hewramî balkişande ser pêşniyara Ocalan ya çekdanînê û got: “Bikarneanîna çekan gaveke erênî ye. Êdî dayik ê negrîn. Êdî dem dema tekoşîna demokratîk e. Me dît ku bi rêyên siyasî pirsgirêk tên çareserkirin. Divê ev derfet baş bê bikaranîn. Lewra keliyeke ku bi aştiyê ve derbas dibe, şerê ku bi sedsalan dewam dike baştir e.”

Hêmin Hewramî balkişande ser helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser peyama Ocalan û got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî derbarê vê de got ku ev gaveke pir girîng e û ji bo ku aştî pêk bê çi ji destê wî tê ew amadeye ku bike.”

Hewramî balkişande ser wê yekê jî ku “Eger aştî pêk bê hêza Tirkiyeyê wê zêde bibe û kurd jî li Rojhilata Navîn wê xurt bibin.”

Li ser pirsa “Gelo PKKê li ser banga Ocalan dev ji çekan berde?” Hewramî wiha axivî: “Li gor me biryara dawî ya Îmraliyê ye. Gotina dawî Ocalan dibêje. Em hêvî dikin ku KCK û endamên din ên rêxistinê li vê rewşê baş têbighin û xwedî li banga Ocalan derkevin.”

Roja 28.02.2015’de şanda HDPê ku ji Sirri Sureyya Onder, Idrîs Baluken û Berwîn Buldan pêk tê ligel Cîgirê Serwokwezîrê Tirkiye Yalçin Akdogan civiya.

Piştî civînê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder peyama Serokê PKK’ê Ocalan ji rojnamevanan re xwend û got: “Derheqê pêvajoyê û asta ku em hatinê de daxwaza bingehîn a Ocalan ev e: Armanca me ya sereke ew e ku şerê 30 sal e dewam dike bigihêje aştiyeke mayînde. Ez bangî PKKyê dikim ku di mehên biharê de ji bo kongreya awarte bicivin û ji bo danînaçekan biryarên dîrokî û stratejîk bidin. Ev bang ji bo siyaseta demokratîk pêş keve daxwaz û niyetek e.”

Basnews
Top