DAIŞ êdî nahêle ti kes ji Mûsilê derkeve!
Berpirsê Liqa 14ê ya PDKê li Mûsilê, Îsmet Receb ji Rûdawê re got, ji îro pêde çekdarên DAIŞê hatinçûna xelkê Mûsilê qedexe kirine.
Îsmet Receb da zanîn, DAIŞê ji tirsa operasyona rizgarkirina Mûsilê biryareke wiha danye.
Beriya niha pisporekî leşkerî ji Rûdawê re gotibû, li gorî amadekariyan dibe ku operasyona rizgarkirina Mûsilê meha Hezîrana îsal dest pê bike.
Bajarê Mûsilê ji meha Hezîrana par ve ketiye destê DAIŞê.
Rudaw
