• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şaredarê Qendîlê: Bo derxistina petrolê divê PKK razî bibe

Şaredarê Qendîlê: Bo derxistina petrolê divê PKK razî bibe
Hevserokê Şaredarê Binarê Qendîlê Mihemed Hesen ragihand ku, ew li hêviya rêkeftina PKK, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Tirkiyeyê ne bo rêdana karê geran û derxistina petrolê li wê deverê.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Taner Yildiz got ewê li binarê Çiyayê Qendîlê li petrolê bigerin.

Mihemed Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Derbarê lêgeran û derxistina petrolê li vê deverê, emê li hêviya rêkeftina PKK, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Tirkiyeyê bin.”

Hesen wiha got: “Ji ber ku bajêrvaniya me di sînorê desthilata PKKê de ye, divê em biryara xwe ji wan werbigirin.”

Hevserokê Bajêrvaniya Binarê Qendîlê tekez kir ku, “Piştî daxuyaniya Taner Yildiz heta niha PKKê ti nêrîn û gotin ji me re diyar nekiriye. Lê divê Hikûmeta Kurdistanê û PKKê bi hev re li ser hatine şirketên petrolê razî bibin.”

Taner Yildiz duhî wiha got: “Ez hêvî dikim ku bi saya pêvajoya çareseriyê rêya vê yekê li ber me vebe.”

Rudaw
Top