• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şingal; Di şerekî dijwar de 50 terorîstên DAIŞ hatin kuştin

Şingal; Di şerekî dijwar de 50 terorîstên DAIŞ hatin kuştin
Çekdarên rêxistina terorîstiya DAIŞê êriş kirine ser çeperên hêzên pêşmerge li Şingalê û di navbera Hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de şer derkevt ku di encam de 50 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Çekdarên rêxistina terorîstiya DAIŞê li Şingalê doh duşembe serê sibehê demjimêr 05:00 ji 4 aliyan ve êrişî ser çeperên hêzên Pêşmerge kirin û şerekî dijwar derkevt.

Li gor nûçeyeka Rûdawê, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Haşim Sîteyî ragihandiye, ku hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişên DAIŞê daye û gellek çekdarên wan kuştine.

Haşim Sîteyî herwiha gotiye: “Tevî ku wan êriş kir, lê heta niha herî kêm 50 çekdarên wan hatine kuştin û bi dehan termên wan li cihê şer mane.”

Ewî fermandarî wiha domand: “Çekdarên DAIŞê çend tanker û otomobîl li cem çeperên Hêzên Pêşmerge teqandin û çend şehîd û birîndarên me hene.”

Haşim Sîteyî ragihand: “Niha rewşa Şingalê di bin kontrolê de ye û êrişa wan hat şikestin.”


Qaymeqamê Navçeya Şingalê Meyser Hacî Salih ji Rûdawê re ragihand: “Şevê din seat 23:00 jî çekdarên DAIŞê ji 4 aliyan ve dest bi êrişekê li ser çeperên Pêşmerge kirin.”

Meyser Hacî Salih wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê li taxên Berberoj û Hey Nesirê didin.”

Top