• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şengal: Hêzên pêşmerge hejmarek gund rizgar kirin

Gulan Media February 23, 2015 Nûçe
Şengal: Hêzên pêşmerge hejmarek gund rizgar kirin

Hêzên pêşmerge di operasyonekê de li sînorê qeza Şengalê hejmarek gund û navçeyên stratejîk rizgar kirin.

Cîgirê berpirsê melbenda YNK ya Musilê Hisên Derman ji Xendanê re ragihand: duh 22/2/2015 danê pêş nîvro hêzên pêşmerge di operasyonekê de li sînorê qeza Şengalê karîn hejmarek gund û navçeyên stratejîk ji destê rêxistina terorîstî ya DAIŞ derbixin.

Hisên Derman got: Ew gundên hatine rizgar kirinê dikevin navbera Xalsor li rojava û Sinûnê li başûrê Kurdistanê ku navçeyekî stratejîke li sînorê herdu aliyan ve û ew gund jî (Pîr Qesm, Bîrcarî, Hesawîk, Faw, Zeko û Pîr Seb`in).

Amaje bi wê yekê jî kir ku rizgarkirina wan navçeyan bi hevkariya balafirên şer ên hêzên hevpeyman bûye û karîgeriya baş wê hebê bo rizgarkirina qeza Şengalê û operasyon jî berdewame.

Xendan
Top