• Tuesday, 17 February 2026
logo

Barzanî ligel nûnerên Kurd li Parlementoya Iraqê dicive

Gulan Media February 21, 2015 Nûçe
Barzanî ligel nûnerên Kurd li Parlementoya Iraqê dicive
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel parlementerên Kurd ên li Parlementoya Iraqê dicive, dê cîbicînekirina rêkeftina Hewlêr-Bexdayê û krîza aborî ya Herêma Kurdistanê tewerên serekî yên civînê bin.



Biryare sibe Yekşemê 22.02.2015, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel parlementerên Kurd ên li Parlementoya Iraqê bicive.



Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Aram Şêx Mihemed di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku “Roja Yekşemê 22.02.2015 parlementerên Kurd li Bexdayê ligel serokwezîrê Herêma Kurdistanê dicivin.”



Derbarê armanca civînê, Aram Şêx Mihemed diyar kir ku “Civîn ji bo gotûbêjkirina peywendiyên Herêma Kurdistan û Bexdayê û sedema cîbicînekirina rêkeftina di navbera wan de ye.”



Bi gotina Şêx Mihemed, dê encamên serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civîna ligel serokomar û serokwezîrê Tirkiyê, tewerekî din ê civîna serokwezîr Barzanî ligel parlementerên Kurd ên li Bexdayê be.



Li ser egera vekişana parlementerên Kurd ji Bexdayê, Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê wiha got: “Bi biryara serkirdayetiya siyasî çûne Bexdayê û beşdarî di hikûmet û parlementiyê de kirine, dê bi biryara wan jî ji proseyê vekêşin.”



Di destpêka heftiya borî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokatiya şandekê serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya, di civînê de Ebadî ji şanda Kurdî re ragihandibû ku, pereyên Bexadyê nînin ku niha pişka Herêma Kurdistanê ji butçeyê bişîne.



Basnews
Top