Nêçîrvan Barzanî berî Bexdayê diçe Tirkiyê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nêzîk de serdana Tirkiyê dike û tê çaverêkirin di warê bazirganî û siyasî de hinek girêbestan ligel rayaderan îmze bike.
Biryar e di nêzîk de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê bike û ligel Serokwezîr û Serokkomarê Tirkiyê bicive. Di vê derbarê de Endamê Parlamentoya İraqê Erefat Kerem ji BasNewsê re got: ‘’Di nêzîk de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê dike û ligel rayedarên Tirkiyê dicive.’‘
Kerem da zanîn ku beşek ji serdanê bi peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ve girêdayî ye û wiha axifî: ‘’Di heman demê de behsa pirsa petrolê û mijara ewlekariyê jî tê kirin, ji ber Tirkiye bi awayekî cidî hatiye ser xetê daku rûbirûyê DAİŞ’ê bibe. Herwiha Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe ligel İraqê baş bike.’‘
Kerem pêşbînî kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî berî Bexdayê serdana Tirkiyê bike û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Ji ber heta niha Bexdayê bi tevahî garantî nedaye Kurdan û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî naxwaze bê garantî biçe Bexdayê, divê bi çûna vê carê ya Bexdayê gelek mesele bên çareserkirin, ji bo vêna jî divê Bexda garantiyê bide Kurdan.’‘
Li gor Erefat Kerem, hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta İraqê dixwazin pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin, ji ber dawî di rewşeke wiha aloz de bi dereceya yekê xelk û bi dereceya duyem jî İraq zerarê dibîne.
Basnews
