Herêma Kurdistanê û Kroatya peywendiyên xwe bi pêş ve dibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Kroatyayê de dike, û balyozê wî welatî jî daxwaza welatê xwe ya ji bo pêşxistina peywendiyan di warên cuda de dupat dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Cotmeha 2026an, pêşwazî li Balyozê Kroatyayê yê li Iraqê Ivan Juric kir.
Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser pêşhateyên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê hat kirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi dostanî û peywendiyên kevnar ên di navbera Kurdistan û Kroatyayê de kir û tekezî li ser giringiya bihêzkirina peywendiyên dualî kir.
Balyozê Kroatyayê jî daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirehkirina zêdetir a peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de tekez kir.
K24
