• Monday, 16 February 2026
logo

Emar Hekîm li Celewla ye

Gulan Media November 26, 2014 Nûçe
Emar Hekîm li Celewla ye

Serokê Encûmena Bilind a Îsalmî ligel hêzeke mezin a Şîe çû bajarokê Celewlayê û biryare li wê navçeyê ligel çekdarên Şîe bicive.

Şahidhalekî ji bajarokê Celewlayê îro, 26ê Mijdarê, ji BasNewsê got:“ Serokê Encûmena Bilinda Îslamî ya Şîe Emar Hekîm ligel hêzeke mezin piştî seat 8`ê vê sibê gehîşt Celewlayê.”

Ligor zanyariyên BasNewsê, Hekîm wê li Celewla du civînan encam bide, ya yekem ligel grûpa Bedir e ku Hadî Amirî serokatiya wê dike û ya duyem wê ligel tevahiya wan hêzên ku ew bajar rizgarkirin encam bide.

Wek tê zanîn, roja Yekşemê 23-11-2014 her du bajarokên Celewla û Sadiye ji dest çekdarên DAIŞ`ê ji aliyê Hêzên Pêşmer yên Kurdistanê, artêşa Iraq, Şervanan, hêzên Bedir û artêşa Qudsê ve hatin rizgar kirin.

Basnews
Top