• Monday, 16 February 2026
logo

Ji bo komkirina datayan li ser rewşa jinên êzidî yên hatîne revandin komîteyek hat pêkanîn

Gulan Media November 25, 2014 Nûçe
Ji bo komkirina datayan li ser rewşa jinên êzidî yên hatîne revandin komîteyek hat pêkanîn
Komîteya çavdêrîkirina mafên jinan li herêma Kurdistanê, îro li avahiya civata wezîran li bajarê Hewlêrê, di bin serperiştiya Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê de civiya û di civînê de biryar hat dan ku, ji bo komkirina datayên rast li ser rewşa jinên êzidî yên ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatîne revandin komîteyek taybet bê pêkanîn.

Di civînê de rewşa civakiya Kurdistanê ya piştî êrîşên DAÎŞê û hatina hijmareke zêdeya koçber û penaberên bo herêma Kurdistanê û rewşa kampên koçber û penaberan hatin gotûbêj kirin. Pirsa rewşa jin û keçên êzidî yên hatine revandin û yên hatina rizgar kirin û jiyan û pêdawîstiyên wan mijareke serke ya civînê bû.

Qubad Talebanî got ku, qebareya dosyeya jin û keçên êzidî gelek mezin e û divê hemû alî ji bo yekxistina data û zaniyariyan hevahengiyê bikin daku bi baştirîn awayî ev pirsa giring bê şopandin.



Di civînê de biyar hat dan ku, komîteyek bi serokatiya Pexşan Zengene seroka civata balaya karûbarên xaniman ya herêma Kurdistanê bê pêkanîn û nûnerên wezareta navxweya herêma Kurdistanê, wezareta saxlemiyê, wezareta kar û karûbarên civakî û nûnerê fermangeha hevahengî û şopandinê di wê komîteyê de cî bigirin.

Weke tê zanîn, komîteya çavdêrîkirina mafê jinan li herêma Kurdistanê ji serokwezîr, cêgirê serokwezîr, wezareta navxwe, wezareta edaletê, wezareta saxlemiyê, wezareta kar û karûbarên civakî, wezareta ewqaf û karûbarên olî, wezareta rewşenbîrî û ciwanan û seroka civata balaya karûbarên xaniman pêk tê, wezîfeya sereke ya vê komîteyê amadekirina pilatformekê ji bo hevahengî û ber bi pêşvebirina siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pirsa jinan de û dabînkirina mafê jinan digel mokimkirina kar û stratejîya wan saziyên peywendî bi pirsa jinan ve heye li herêma Kurdistanê ye.

Top