• Monday, 16 February 2026
logo

Li Şengalê hêzên pêşmerge terorîstekî mezin yê DIŞIê kuştin

Gulan Media November 25, 2014 Nûçe
Li Şengalê hêzên pêşmerge terorîstekî mezin yê DIŞIê kuştin

Îro hêzên pêşmerge li Şengalê berpirsekî mezin yê terorîstên DIŞIê kuştin.

Di vê derbarê de jêderek ji hêzên Pêşmerge diyar kir ku îro hêzên pêşmerge li Bakûrê Şengalê de êrîşî terorîstên DIŞIê kirine.

Heman jêder eşkere kir ku di encama êrîşên han de hêzên pêşmerge karîne berpirsekî mezin yê terorîstên DIŞIê ê bi navê Ebu Hêl bikujin.

Ev terorîstê han kesê herî nêzî qaşo waliyê Mûsilê yê terorîstaye ku beriya niha di encama bordiman kirina balefirên şer de hatibû kuştin.
Top