• Monday, 16 February 2026
logo

DAIŞê cardin komek jinên kurd ên êzîdî revand

Gulan Media November 25, 2014 Nûçe
DAIŞê cardin komek jinên kurd ên êzîdî revand
Hat zanîn ku li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê, komek jin û keçên kurd ên êzîdî yên din jî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Îro danê sibê li gundê Koço li devera Şingalê çekdarên DAIŞê sê otomobîl tijî jin û keçên kurd ên êzîdî kirine û revandine.

Endamê Lêjneya Çavdêriya Rizgarbûna Jinên Kurd ên Êzîdî, Xidir Dumlî ji Rûdawê re got, çekdarên îro danê sibê li gundê Koço sê otomobîl tijî keç û jinên kurd ên êzîdî kirine û bi xwe birine.

Xidir Dumlî anî ziman ku her çiqas pêwendî bi wan re kiriye nekariye ti agahiyekî li ser wan bidest bîne û diya kir, nayê zanîn ka ew keç û jin birine derveyî Iraqê yan na.

Rudaw
Top