Fewceke Pêşmerge bo şerê li dijî DAIŞê gihîjte Bexdadê
Jêderekê ji hêza pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di evê bareyê de ji PNA re ragihand:´´ ew fewca serbazî ya Kurdî ku îro bo şerê li dijî DAIŞê berev bajarê Bexdadê hatibû şandin, zêdetir ji demjimêrekê ye ku gihîjtiye Bexdadê û li yek ji binkeyên rahênanên serbazî ya artêşa Iraqê hatine bicihkirin.
Heman jêderê ji PNA re got, ku biryar wiha ye ku bo maweya sê rojan rahênan bi ewê yekeya serbazî bihê kirin û piştî hingê berev sînorê parêzgeha Selahedînê bihên şandin da ku li wir rûbirûyê terorîstên DAIŞê bibin û şerê terorê bikin.
Li gor zanyariyên evî jêderî, fewca Kurdî ji 150 kesan pêk dihê û hemû Kurdin û di jêr fermandeyiya rasterast a Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê de ye. Ew cihê ku niha ew fewca Kurdî bo ewê derê dihê şandin, pêştir lîwayeke artêşa Iraqê li wir bûye ku ji alitê terorîstên DAIŞê ve ziyaneke mezin ber wê kevt û niha jî pêywîstî bi hêzeke nû heye û her ji ber wê jî ew fewca Kurdî hatiye daxwazkirin.
Li gor zanyariyan, ew cihê ku ew hêza Kurdî bo wê derê dihê şandin, cihekî pir metirsîdare û pêştir sê fewcên artêşa Iraqê li heman cihî ji aliyê terorîstan ve hatine jinavbirin.
