Hêzên kurdan li Kobanî pêşketin
Peyamnêrê Rûdawê li nêzîk bajarê Kobanî, Imer Kalo ragihand ku balafirên hevpeymaniyê îro derdora saet 03:40ê û berî wê bi saetekê jî, çeperên DAIŞê li navenda bajarê Kobanî bombebaran kirin.
Peyamnêrê Rûdawê herwiha got, îro serê sibehê çekdarên DAIŞê 3 hawan avêtin taxên Kobanî yên ku di destê hêzên kurdî de ne.
Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, ji îro serê sibehê ve rewş li Kobanî arame û dengê guleyan nayê bihîstin, herwiha ji şeva borî ve şer rawestiyaye.
Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê di van du rojên borî de li navçeya di navbera Şaredariyê û Hola Azadî de pêş de çûne.
Di şerê li heman navçeyê de 25 cenazeyên çekdarên DAIŞê û hinek çek û cebilxaneyên wan jî ketine destê hêzên kurdî.
Rudaw
