Barzanî diçe Tirkiyê û Erdogan tê Herêma Kurdistanê
Parlamenter û Endamê Polîtburoya Cepheya Turkmenî ya İraqê Aydin Marûf ku ligel şanda Ahmet Davutoglu bû dema serdana Herêma Kurdistanê kir, ji BasNewsê re got: ‘’Di serdana Serokwezîrê Tirkiyê bo Kurdistanê de, biryar hat dayîn ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê bike. Herwiha di serdana Davutoglu de tu rêkeftinek nehat îmzekirin, lê ya girîng ew e ku behsa serdana Barzanî bo Tirkiyê hat kirin û biryar e di van nêzîkan de serdana Tirkiyê bike.’‘
Derbarê naveroka serdana Barzanî de bo Tirkiyê, Aydin Maruf wiha axifî: ‘’Di serdana Serokwezîr Barzanî de tê çaverêkirin ku çendîn rêkeftinên bazirganî, aborî, siyasî û dîplomatîk di navbera Hewlêr û Enqereyê de bên îmzekirin.’‘ Roja îna (21.11.2014) borî cara yekem wek Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu serdana Herêma Kurdistanê kir.
Marûf da zanîn ku eger heye Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî serdana Herêma Kurdistanê bike û wiha pêde çû: ‘’Egereke mezin heye ku Serokkomarê Tirkiyê serdana Herêma Kurdistanê bike, lê dema serdanê nehatiye diyarkirin.’‘
Basnews
