Washington Post: Kurd hêza herî cihê baweriyê ye
Washington Post di gotareke xwe de dibêje di şerê bejayî de bi tenê kurd li hemberî mezintirîn rêxistina cîhanî şer dikin û di çend çeperan de rê li pêşveçûnên DAIŞê girtine.
Di gotarê de hatiye ku artêşa Iraqê jî vê dawiyê dest bi şerê li dijî DAIŞê kiriye, lê hîna li gorî qebareya xwe hêzeke lawaz e û nikarîbû weke Hêzên Pêşmerge derkeve holê.
Rojname dibêje, tevî ku Amerîkayê hinek alîkariyên leşkerî daye kurdan jî, lê li hemberî alîkariyên leşkerî yên ku pêşkêşî Hikûmeta Iraqê kirine gelekî kêmtir in û mafê kurdan e ku di şerê li dijî DAIŞê de xwe bi tenê bibînin.
Rudaw
