• Monday, 16 February 2026
logo

Mele û keç û jina xwe çûn nav DAIŞê

Gulan Media November 24, 2014 Nûçe
Mele û keç û jina xwe çûn nav DAIŞê
Li gorî agahiyên Rûdawê, melayek li Hewlêrê ligel jin û 2 keçên xwe, her wiha ligel 2 gotarbêjên wê mizgeftê diçin Mûsilê û li wir tevlî DAIŞê dibin.

Peyamnêrê Rûdawê di raportekê de, ku biryar e îşev seat 20:00 bi dema Hewlêrê di bê weşandin, eşkere dike ku çawa melayek tevlî DAIŞê dibe.

Navê wî melayî Şiwan Kurdî ye, ku gotar bêjê mizgeftekê ye li derdora Hewlêrê.

Di raportêde xelk behsa gotarên wî melayî didin ku çawa pesnê DAIŞê dida.

Niha mela û malbata wî li Mûsilê dijîn.

Rudaw
Top