Necmedîn Kerîm serdana Barzanî kiriye
Ev nêzîkî salekê ye ku, berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê behsa têkçûna pêwendiyên di navbera Necmedîn Kerîm û Serokê Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin Barzanî naxwaze wî bibîne.
Beriya demekê Barzanî serdana Kerkûkê kir, Kerîm li wir nema û xwe da aliyekî. Vê yekê jî gumana têkçûna pêwendiyên navbera Barzanî û Necmedîn piştrast kir.
Berpirsê Şaxa 3 ya PDKê li Kerkûkê Mihemed Kemal ji Rûdawê re got: “Pêwendiyên PDK û YNKê li Kerkûkê lawaz bûne. Haya me ji wê hevdîtinê nîne.”
Kemal wiha domand: “Nakokiyên di navbera me û YNKê de, ji dema hilbijartinan dest pê kirin û hîna nehatine çareserkirin, lê derfet heye ku dîsa pêwendiyên me bihêz bibin.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm roja duşema borî, dûr ji ragihandinê li Pîrmamê pêk hatiye.
Endamekî YNKê bi navê Ehmed Eskerî ku nêzîkî Necmedîn Kerîm e, ji Rûdawê re ragihand: “Di cîvîna Barzanî û Kerîm de, behsa aloziyên Kerkûkê hat kirin, ku dive ji îro ve, em hemû yek deng û yek helwest bin bo çareserkirina aloziyan û vegerandina Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê.”
Ehmed Eskerî wiha domand: “Piştî hevdîtina Barzanî û Kerîm şerê li ser ragihandinê di navbera PDK û YNKê kal bû, ku axavtin li ser wê yekê hatiye kirin ku divê herdu alî tiştekî mezin ku Kerkûk e, nekin qurbana tiştekî biçûk. Ew hevdîtin pêngava yekem bû, dê pêngavên din jî li pet xwe bînin.”
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm amadenebû ku li ser vê mijarê biaxive û agahiyan bide, lê tenê got: “Erê min serdana Barzanî kir û ti demê nakokî di navera min û Serokê Herêma Kurdistanê nebûye.”
Necmedîn Kerîm ji Rûdawê re got: “Ez li ser wê hevdîtinê na axivim, lê serdana min destkeftekî mezin e bo Kerkûkê.”
Roja çarşema borî otomobîlek li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê teqiya bû û di encamê de 5 kes şehîd bûbûn. Piştî teqînê Kerîm peyamek ji Barzanî re şand û tê de sersaxî li Serokê Herêma Kurdistanê kir.
Bi gotina jêderekî ji Encumena Serkirdatiya Kerkûk-Germiyan a PDKê di hevdîtina Barzanî û Kerîm de pirsa petrola Kerkûkê jî hat gotûbêjkirin.
Wî jêderê ku nexwest navê wî bê belavkirin ji Rûdawê re ragihand: “Ew hevdîtin li ser daxwaza Parêzgarê Kerkûkê hat pêkanîn. Civîn du qolî bû û gellek pirsên girîng nirxandin, bi taybetî jî başkirina pêwendiyên navbera PDK û YNKê de.”
Herwiha wî jêderî wiha domand: “Di civînê de pirsa petrola Kerkûkê û firotina wê bi rêya Herêma Kurdistanê. Herwiha Barzanî soz da ku dîvdeçûnê li ser wan arîşeyan bike.”
wî jêderî wiha got: “Niha PDK û YNKê kar ji bo asayîkirina pêwendiyên di navera xwe de dikin û di pêngava yekê de, şerê ragihandinê di navbera xwe de bi dawî anî ne.”
Rudaw
