Netanyahu: Lihev kirina Îran û Rojava metirsîdar e
Serokwezîrê Îsraîlê dibêje lihev kirina Îran û welatên Rojavayê gelek metirsîdare.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu piştî civîna xwe ya li gel wezîrê derve yê Almanyayê di presskonferansekî de behsa lihev kirina navbera welatên Rojavayê û Îranê li ser bernameya etomiya Îranê kir û got: Lihev kirina Îran û welatên Rojavayê li ser bernameya etomiya Îranê gelek metirsîdare jiber ku ev lihev hatina han derfetê dide Îranê daku çekên kîmiyayî çê bike.
Netanyahu herwiha derbarê nasandina dewleta Felestînê ji aliyê hikûmet û Parlementoyên welatên Ewrûpayî de jî got: Helwestên yek alî yên welatên Ewrûpayî derbarê Felestînê de zererê dide pêvajoya aştî ya di navbera Felestîn û Îsraîlê de.
